29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
ÎZMIR
Li Bûcaya navçeya Îzmirê di otomobîlekê de teqîn çêbû. Di teqînê de kesek mir kesek jî birîndar bû. Piştre di konteynireke çopê da teqîn çêbû.
Li gorî agahiyan li kuçeya 254emîn a taxa Çamlikûleyê di otomobîlekê de ji ber sedemên ne diyar teqîn çêbû. Ji du kesên ku di wesayîtê de bûn kesek mir, kesek jî birîndar bû.
Piştî bûyerê çend deqîqe şûnde 300 metre dûrî otomobîla teqiyayî di konteynireke çopê de jî teqîn çêbû. Piştî bûyerê gelek polês, ekîbên tenduristiyê û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyêr kirin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyeke derdorê. Sedema teqînê tê lêkolînkirin.