Tirkiye

Li Îdirê bi lerza 4,4an erd hejiya

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) daxuyand li Îdirê bi lerza 4,4an erd hejiya.

Türkan Tosun  | 12.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Li Îdirê bi lerza 4,4an erd hejiya

Iğdır

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) daxuyand li Îdirê bi lerza 4,4an erd hejiya.

Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya AFADê di saet 02,29an da li navenda Îdirê erdhej çêbû.

Hat daxuyandin erdhej 6,47 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

- Welatî derketin derva

Navenda erdhejê her çiqas Îdir û gundê Karaguneyê ya li ser Bazîda Agiriyê be jî li bajarên derûdorê jî welatî erdhejê hesiyan.

Ji ber îxtimala dîsa erdhej çêbibe welatî derketin derva û di wesayîtên xwe û li kolanan razan.

Welatî Eren Karagoz got wî wisa zen kiriye ku ew d xewna xwe da diheje û wiha dewam kir: "Birê min ez hişyar kirim. Em metel man û paşê em derketin derva."

Welatî Metîn Şiktaş da û Harun Cengiz jî gotin ew tirsiyane lê paşê ew bi malbatî derketine derva.

Li Bazîdê jî welatî ji ber erdhejê tirsiyan.

Welatî derketin derva jê hinek di wesayîtên xwe da runiştin, hinek jî li kuçeyan sekinîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın