HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li navçeya Yuksekovaya Hakkariyê çalakiyên bêdestûr hatin kirin. Di çalakiyan de hin xwepêşandêran xwest ku bi bombeyan êrîşê polêsan bikin. Bombe di destê xwepêşandêran de teqiyan û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Hakkariyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku, komeke li ser navê rêxistinê, di 23ê kanûna pêşîn de çalakî li dar xist.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakî duh danê nîvroyê li kolana Cengîz Topelê dest pê kir û heta danê êvarê berdewam kir. Hat diyarkirin ku komeke ku ji 20 kesan pêkhatî amadehiya êrîşê kiriye û wiha hat daxuyandin: "Di encama êrîşê de, zarokekî di sala 1997an de û yekî di 2001an de ji dayik bûye birîndar bûn. Her du zarok sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê kirin. Li vir zarok hatin dermankirin û ji zarokan yek sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Wan Yuzuncî Yilê kirin. Tedawî dewam dike."