Serdar Adıyaman
13 Nîsan 2022•Rojanekirin: 13 Nîsan 2022
Li Xelata navçeya Bedlîsê di meha Nîsanê da berf barî.
Li Xelatê piştî ku hewa sar bû sibehê berf barî.
Welatî ji ber berfa ku di meha Nîsanê da barî heyirîn.
Ji welatiyan Engîn Kalender wiha got, "Cara ewil dibînim ku di meha Nîsanê da berf dibare. Xwedê alîkarê me be. Îsal bihar dereng tê."