Önder Beyter
17 Hezîran 2019•Rojanekirin: 18 Hezîran 2019
Li Tuşbaya navçeya Wanê 90 kîlo û 720 gram eroîn hat girtin
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li bajêr xebatên dijî kesên ku bazirganiya hişbirê dikin, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li navçeya Tuşbayê li ser rêya di navbera taxa Gedelova û taxa Kozlucayê da lêgerîn kir.
Di lêgerîna ku dêlika narkotîk "Zeyna" jî hat emilandin da di 89 pakêtên di hundirê 4 naylonan da 90 kîlo û 720 gram eroîn hat girtin.
Xebatên destgîrkirina berşikan berdewam in.