Weşana hevpar a Yildirim û Îmamoglu
Bernameya hevpar a ku beriya hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, namzêdê AK Partiyê Bînalî Yildirim û namzêdê CHPê Ekrem Îmamoglu beşdar bûn, dest pê kir.
Istanbul
Bernameya hevpar a ku beriya hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, namzêdê AK Partiyê Bînalî Yildirim û namzêdê CHPê Ekrem Îmamoglu beşdar bûn, dest pê kir.
Li derdora Saraya Kongre û Nimayişê ya Lutfu kirdar ku bernameya hevpar lê tê kirin, tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin.
Li hewşa navenda kongreyê ji bo rojnamevanên ku dê weşanê bişopînin, ekraneke qerase hat danîn û koneke çapemeniyê hat vegirtin.
Pêşî rojnamevan Îsmaîl Kuçukkaya ku moderatora weşanê dike hat wêderê. Piştre jî rêveberên AK Partiyî û CHPyî jî hatin navenda kongreyê.
Piştî wan jî Namzêdê CHPê yê Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hevjîna wî Dîlek û kurê wî yê mezin Selîm Îmamoglu hatin. Îmamoglu Roja Bavan li rojnamevanan pîroz kir û got, "Dê her tişt gelekî xweş bibe" û kete hundir.
Dûvra jî Namzêdê AK Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim û hevjîna wî Semîha Yildirim û keça wî Buşra Koylubay hatin. Yildirim piştî ku silav da rojnamevanan û Roja Bavan li wan pîroz kir, digel kesên bi xwe re derbasî salonê bûn.