Necat Hazar
23 Gulan 2022•Rojanekirin: 24 Gulan 2022
Li Wanê hefteya çûyî di operasyonên dijî rêxistinên terorê FETO, DEAŞ û PKKyê da 31 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê xebatên xwe yên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên rêxistinên terorê didomînin.
Di vê çarçoveyê da hefteya çûyî ekîban di operasyonên hevdem ên digel hêzên polêsên tevgera taybet da 23 berşikên PKK/KCKyê, berşikekî DEAŞê û 7 jî yên FETO/PDYyê binçav kirin.
Li ewlekariyê miemeleyên berşikan didome.