Sertaç Bulur
23 Gulan 2022•Rojanekirin: 23 Gulan 2022
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di çarçoveya "Operasyona Eren Abluka-5" da li herêma Bestler Derelerê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin, di çarçoveya operasyona di kordîneya Fermandariya Cendirmeyê Herêma Şirnexê da ji hêla yekîneyên komandoyên Fermandariyên Tûxaya Komandoyên Cendirme yên Bornova û Çakirsogutê hat destpêkirin, li herêma Bestler Derelerê 2 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li herêmê operasyon didomin.