Önder Beyter
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Wanê Mehmet Emin Bilmez der heqê erdheja bi mezinahiya 5,4 lerzê ku li navçeya Ozalpê çêbû da wiha got, "Li hin gundan di malan da xesar heye. Me li herêmê xebatên tesbîtkirina xesarê dan destpêkirin."
Bilmez di daxuyaniya xwe da diyar kir ku piştî erdhejê, zûzûka xebatên tesbîtkirina xesarê dest pê kirin.
Bilmez destnîşan kir ku ligel navenda bajêr, li gundên wê jî xebatên kontrolê didomin û wiha got:
"Di kontrolên me yên li navena Ozalpê û gundên wê da diyar bû ku li gundekî me maleke me beşek jê hilweşiyaye, ji xeynî vê ziyaneke me ye canî tuneye. Lêbelê me agahî wergirt ku li hin taxan di malan da xesar çêbûye. Ekîbên me ber bi wir derketin rê. Hevalên me li herêmê dest bi xebatên tesbîta xesarê kirin."
Ji Wezîrê Karên Navxweyî Soylu daxuyaniya der barê erdheja li Wanê da: "Li gor lêkolînên ewil yên li Ozalpê xisar tuneye. Li gundan lêkolîn tên kirin, heta niha agahî hatiye dayîn ku di malekê da xisareke qismî heye"
Li Wanê bi mezinahiya 5,4an lerzê va erdhej
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê erdheja li Ozalpa navçeya Wanê ya bi lerza 5,4an da got ku "Li gor lêkolînên ewil yên li Ozalpê xisar tuneye. Li gundan lêkolîn tên kirin, heta niha agahî hatiye dayîn ku di malekê da xisareke qismî heye."
Soylu ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê erdheja li Ozalpa navçeya Wanê da ev gotin:
"Li Wanê di saet 13.03yan da bi lerza 5,4an erdhej çêbû, di lêkolîna ewil a li navenda Ozalpê da xisar tune. Li gundan lêkolîn tên kirin, heta niha agahî hatiye dayîn ku di malekê da xisareke qismî heye. Walîtiya Wanê û Serokatiya AFADê dê geşedanan ragihînin raya giştî."