Li Wanê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû
Hat ragihand ku navend Tuşbaya navçeya Wanê di saet 08.52yan da bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Van
Hat ragihand ku navend Tuşbaya navçeya Wanê di saet 08.52yan da bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat dayîn, navend Tuşbaya navçeya Wanê di saet 08.52yan da bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiyan erdhej 7 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Waliyê Wanê Ozan Balci ji nûçegihanê AAyê ra got ku heta niha tu bûyerên neyînî yên têkildarî erdhejê ji wan ra nehatine ragihandin.
Balci got, "Heta niha Midûriyeta Ewlehiyê, cenderme û AFADê tu rapor hilnedane. Tîmên me xebatên lêgerîn û tesbîtê didomînin. Em bi mixtarên gundên xwe ra di nav têkiliyê da ne. Xebata me ya li qadê berdewam dike. Ji welatiyên me ra derbasî be."
Hin welatiyên ku bi erdhejê hesiyan, tirsiyan û derketin derva.
- AFADê derbarê erdheja Wanê ya bi mezinahiya 5,2yê da daxuyanî da
Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ragihand ku piştî erdheja li Tuşbaya navçeya Wanê ya bi mezinahiya 5,2yê tu rewşeke neyênî tuneye.
Di daxuyaniya AFADê da wiha hat gotin:
"Li Tuşbaya navçeya parêzgeha me ya Wanê, di saet 08.52yan da erdhejek çêbû. Erdheja bi mezinahiya 5,2yê li Wan, Agirî, Bidlîs, Îdir û Hekariyê jî hat hîskirin. Heta niha tu rewşeke neyênî tuneye. Xebatên me yên li qadê berdewam dikin. Ji bo welatiyên me yên ku ji erdhejê bi bandor bûne derbasî be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
