Li Qers û Erdexanê biharê berf dibare
Kars
Li Qers û Erdexanê biharê berf dibare.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa ku duh şevê din dest pê kir û bi navber dewam kir, darmerx, giya û wesayit sipî venixumandin.
Welatiyan berfa li ser wesayitên xwe û ya ber deriyê kargehên xwe maliştin.
Ekîbên ser bi Rêveberiya Herêma 18emîn a Rêbejan xebatên maliştina berfê kirin.
Ji welatiyan Celal Gok destnîşan kir ku di meha nîsanê da barîna berfê ji wan ra surprîzek bû û got, "Îro 4ê nîsanê ye, em sibehê şiyar bûn, me dît dîsa berf tê. Îsal zivistan gelekî dijwar derbas bû, ka em binêrin çi dibe."
Ji aliyê din va di dîmenên ku hatin kişandin da xuya dike ku çûk bişkovkan dixwin, roviyekî sorik jî li erdekî bi berfê nixumandî li xwarinê digere.
Li Erdexanê jî berfê deverên bilind ên bajêr sipî venixumand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
