Emre Ilıkan,Yılmaz Kazandıoğlu
07 Hezîran 2022•Rojanekirin: 09 Hezîran 2022
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 24 koçberên bêdestûr ên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine welêt, hatin girtin.
Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Midûriya Şaxa Deriyên Hidûd a Midûriya Ewlehiya Bajêr û ekîbên harekata taybet li ser êxbarê li taxa Hacibekîrê ser malekê operasyon kir.
Di operasyonê da 24 welatiyên Efxanistanê ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine welêt, hatin girtin. Koçberên bêdestûr birin Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Midûriya Şaxa Deriyên Hidûd.
Bi îdiaya ku qaçaxcîtiya koçberan kiriye, kesek hat binçavkirin.
Di vê navberê da li taxa Karşiyakayê maleke metrûk ku koçberên bêdestûr tînin û tê da xwedî dikin, di nezareta polêsan da ekîbên şaredariyê bi makîneyên kar hilweşand.