06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da hin çek, muhimat û amonyum nitrat hatin bidestxistin
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendirmeyên Bajêr hat dayîn, tîmên cendermeyan li taxa Albayrakê nêzî goma Bolekliyê ji bo tesbîtkirina çek û muhimatên ku PKK/KCKya rêxistina terorê di erazî da veşartine, xebat kirin.
Tîman di operasyonê da li herêmê keleşek, 2 şarjorên wê, hezar û 150 lib fîşengên tivîngeka bimakîne ya BKCê, dûrbîneke destan, dûrbîneke şev û 50 kîlogram amonyum nîtrat bi dest xistin.