06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin ku li Liceya navçeya Diyarbekirê terorîstekî PKKyî hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Fermandariya Cendirmeyên Licê ji bo derdestkirina Ş.O.yê bi navê Şahîn tê zanîn ê ji ber sûcên li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê meşandina çalakiyan, alîkariya terorê, bazirganiya hişbirê û birîndarkirina şexsan lê digerin operasyon kirin.
Ş.O. di operasyonê da hat derdestkirin û sewqî dadgehê kirin. Meqamên edlî ji bo wî biryara girtinê dan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorîstan û pêkanîna ewlehî û hizûrê da operasyon bi biryardarî dewam dikin.