Eylül Aşkın Akçay
08 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2025
Li Tuşbaya navçeya navendê ya Wanê di saet 22.17an da bi mezinahiya 4,6an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) hat parvekirin, navend navçeya Tuşbayê bi mezinahiya 4,6an erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 6,11 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) ragihand ku piştî erdheja mezinahî 4,6an ya li Tuşbaya navçeya Wanê çêbû, rewşeke neyînî tuneye û xebatên kontrolkirina qadê berdewam in.