Di rêbejaya Qers-Goleyê da berf û mij tesîreke neyînî li veguhestinê dike
Kars
Di rêbejaya Qers-Goleyê da ji ber berf û mij veguhestin bi zehmetî pêk tê.
Li bajêr berfa ku serê sibehê dest pê kir û bi navber dewam kir, di trafîqê da bû sedema astengiyan.
Ji ber berf û mija zêde ajokaran zehmetî kişand û li deverê her wiha mesafeya dîtinê pir kêm bû.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em di rê da xebata verotina berfê û rêxwêkirinê meşand.
Hin ajokarên ku wesayîtên wan ji ber berfê nikaribûn di rê da biçin jî bi neçarî vegeriyan Qersê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
