Kemal Özdemir
16 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2024
Li gundê Beşgozeyê ya li ser Tercana navçeya Erzincanê lehî rabû û bû sedema zirarê.
Piştî barana gur li gund çem ji ser ra avêt, mal, tewle û zevî di binê avê da man.
Li ser agahdarkirinê ekîbên Midûriyeta Afat û Rewşa Acil ya Bajêr (AFAD) hatin gund.
Ekîb ji bo ku zirara li gund tesbît bikin dixebitin.
Makîneyên kar yên Karên Avê ya Dewletê û Midûriya Îdareya Taybet ya Bajêr jî li gund xebitîn.