17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonan de duh li ser êrîşa terorîstan leşkerek cangorî bû û 2 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat gotin ku duh endamên rêxistina terorê êrîşî leşkeran kirin û 3 leşker birîndar bûn. Leşker rakirin nexweşxaneyê, lê leşkerek di saet 23.45an de cangorî bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di pevçûnan de terorîstek hat kuştin. Xwedê rehma xwe li vî şehîdê me bike. Serê malbata şehîdê me yê ezîz, mensûbên me yên Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê û gelê me yê Tirkiyeyê sax be û Xwedê sebrê bide. Xwedê şifayê bide hevalên me yên qehreman ên birîndar."