17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
HEWLÊR
Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê teklîfa Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî ya "ji bo ku mehaneyên karmendan bê dayîn hemû dahatên neftê wê ji Iraqê re bên şandin" qebûl kir.
Li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hat weşandin û wiha hat gotin: "Hikûmeta herêma Kurdistanê teklîfa hikûmeta navend ya ku ji bo mehaneya milyonek û 400 hezar karmendan bê dayîn û ev jî dike 750 milyon dolarî qebûl dike. Ji van mehaneyan mehê qasî 275 milyon dolar para pêşmergeyan e ku li hember rêxistina terorê DAEŞê tekoşînê dikin. Herêma Kurdistanê jî hemû dahata neftê wê teslîmî hikûmeta navendî bike."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serokwezîr Ebadî ev teklîf di televîzyonekê de kir. Şûna ku di televizyonê de ev teklîf bikira wek serokê dewletekê bila bi civîneke fermî an jî bi rêyeke fermî ve ev teklîf bikira ku îxtilaf û pirsgirêk bên çareserkirin. Demek berê ji hikûmeta Kurdistanê heyetek hate Bexdayê û ziyareta we (Heyder el Ebadî) kir. Wê demê we dikaribû behsa vê teklîfê bikira. Ev teklîf her çiqas tevgereke siyasî ya wek mezatê be jî em ê qebûl bikin. Hemû dahatên bi îxracata neftê em ê bidin hikûmeta navendî û bi vê şertê ew ê jî hemû mehaneyên karmendan bidin. Herêma Kurdistanê ji bo ku mafên xwe yên malî yên qanûnî bi dest bixe û ji bo armancên hevpar girîngiyê dide têkiliyên di navbera HKI û hikûmeta navendî ya Iraqê."