05 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2021
Walîtiya Sêrtê diyar kir ku di saleke dawîn da di 1132 operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da 31 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku di sala 2020î da ji bo pêşîlêbirîna çalakiyên rêxistinên sûc û terorê, miçiqandina çavkaniyên fînansê yên rêxistina terorê, pêşîlêbirîna bazirganî îmalata hişbirê xebat hatin meşandin.
Li gor vê der heqê 202 kesên hat tesbîtkirin ji rêxistinê ra alîkarî kirine da karûbarên fermî hatin dîtin.
Di sala 2020î da li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê 1132 operasyon hatin kirin. Di operasyonan da 31 endamên rêxistina cihêkar hatin berterefkirin.
Bi xebatên qanîkirinê li nav û dervayê welêt 3 terorîst telîm bûn.
Wekî mayîn der heqê 19 şikbarên hat tesbîtkirin li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine da karûbar hatin dîtin.
Di 16 operasyonên birin ser Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da ji bo 48 kesan , di 4 operasyonên dijî DEAŞê da ji bo 18 kesan, di operasyona dijî Hîzbut Tehrîrê da ji bo 11 kesî karûbarên fermî hatin dîtin.
- Di têkoşîna dijî hişbirê da 87 girtî
Di xebatên hêzên ewlekariyê yên dijî hişbirê da ji bo 332 kesan karên fermî hatin dîtin û 87 kes hatin girtin.
Di operasyonên bi drone û kûçikên dedektor va hatin kirin da 101 kîlo û 401 qiram esrar, 29 kîlo metamfetamîn, 4 kîlo û 464 qiram eroîn, 3 hezar û 890 hebên hişbirê, 104 eczayên sentetîk, hinek kokaîn û tovê kirkirkê û aparatên bikaranîna hişbirê hatin girtin.