23 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyona li devera gundewarên Şîrvana Sêrtê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da li devera gundewarên Şîrvana navçeya Sêrtê bi beşdariya yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyê û yekîneyên komando va operasyona hat kirin.
Di operasyonê da 2 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon didomin.