2015 ж. 16 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 16 қараша
İSTANBUL
Li hin navçeyên Stenbolê li hember rêxistina terorê PKKyê operasyon hat kirin. Di operasyonê de 13 kes hatin binçavkirin û 211 molotof jî hatin bidestxistin.
Tîmên Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê hin agahiyên îstixbaratê bi des txistin ku wê li hin avahiyên kamuyê û kargehan êrîşên bimolotof bên kirin.
Tîman li ser van agahiyan li Sultangazî, Sancaktepe, Kuçukçekmece, Gazîosmanpaşa û hin navçeyên din operasyon kirin. Di operasyonan de 13 kes hatin binçavkirin.
Ji bilî vê 211 molotof, 2 kovik û hinek benzîn jî hat bidestxistin.