2015 ж. 15 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 16 қараша
ANKARA
Li Qendîla bakurê Iraqê li dijî rêxistina terorê PKKyê ji hewayê operasyon hat kirin. Di operasyonê de 44 sitargehên rêxistinê hatin bombekirin û ev cih îmha bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatin hildan, li Qendîlê di meha tîrmehê de ji hewayê operasyonan dest pê kiribû. Piştî van operasyonan rêxistinê hewl da ku cihên hatine bombekirin ji nû ve saz bike, depoyan temîr bike û sitargehan nû bike.
Lê hêzên tirk ên çekdar duh êvarê bi F-4E 2020 û F16an ve cardin operasyon birin li ser Qendîlê.
Hat ragihandin ku bi vê operasyonê ve 44 sitargehên rêxistinê hatin bombekirin û xirabkirin.