Tirkiye

Li Stenbolê operasyona dijî terorê

08.11.2019 - Rojanekırın : 09.11.2019
Li Stenbolê operasyona dijî terorê

Istanbul

Di operasyona li Stenbolê hat kirin da gelek şikbar hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li tevahiya bajêr operasyona dijî terorê kirin.

Di operasyonê da gelek şikbarên terorê hatin binçavkirin.

Di vê çarçoveyê da li avahiyeke li Centilmena kuçeya Zafera taxa Baxçelîevlerê jineke şikbar hat derdestkirin. Di lêgerîna mala şikbarê da pîneyên PKKya rêxistina terorê û dokumanên rêxistinê hatin girtin.

Li navnîşanên din ên li bajêr jî gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.

Şikbarên di operasyonê da hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın