Tirkiye

2 terorîstên di lîsteya sor da bûn hatin berterefkirin

Di operasyona ku 19ê Tîrmehê li çil û çiyayên Diyarbekirê çû serî da ji 5 terorîstên hatin berterefkirin Hejar Çelîk û Îshak Ozçaktu di lîsteya sor da bûn

08.11.2019 - Rojanekırın : 08.11.2019
2 terorîstên di lîsteya sor da bûn hatin berterefkirin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di parvekirina ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da destnîşan kir ku di 19ê Tîrmehê da li Diyarbekirê di encama operasyona li çil û çiyayên bajêr da 2 terorîstên di lîsteya sor da û telîmata gelek êrîşên terorê dabûn, hatin berterefkirin.

Wezîr Soylu di nivîsa ji ser hesabê xwe da wiha got: "Porsipî. Ez ê îşev rihet razêm. Ev demeke dirêj bû ku em li pey te bûn. Heyfa Stada Înonu, Kuçeya Merasimê, Qeyserî, Stenbol, ya hemûyan hat hildan. Ev sor soreke cihê ye. Şikir. Heke ev nebûya û ez biçûma wê çavê min vekirî bimana."

- Berpirsên gelek êrîşên terorê ne

Wezaretê di daxuyaniya weşand da bi bîr xist ku ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajêr di 19ê Tîrmeha sala 2019an da li çil û çiyayên Diyarbekirê bi piştevaniya hewayî va operasyon birin serî û 5 terorîst berterefkirin. Hat gotin ku ji wan 5 terorîstan Hejar Çelîk ê bi navê "Numan Batman" dihat zanîn û Îshak Ozçaktuyê ku bi navê "Erhan Garzan Porsipî" dihat zanîn û di lîsteya "Terorîstên Divê Bên Qefaltin" da bûn, hatin berterefkirin.

Hat ragihandin ku herdu terorîst di kategoriya sor a lîsteyê da cih digirtin û ji bo qefaltina her yekî ji wan jî 4 milyon lire xelat hatibû diyarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.