Başak Akbulut Yazar,Mustafa Mert Karaca,İbrahim Halil Aktürk,Alper Korkmaz,Halis Akyıldız
23 Mijdar 2024•Rojanekirin: 24 Mijdar 2024
Li Stenbolê ji ber barana gur û bayê xurt li hinek cihan dar qulibîn, ji serbanên avahiyan parçe firiyan û di hatûçûnê da astengî çêbûn.
Barana gur û lodosa ku li seranserê bajêr destê sibehê dest pê kir bû sedema astengiyan.
Li Beşîktaşê li Rêya Girêdanê ya Ak Merkezê dar qulibî ser cadeyê.
Li Ortakoyê jî dar qulibî ser otomobîleke parkkirî. Dar bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê û yên belediyeyê hat birîn. Di otomobîlê da zirar çêbû.
Li Uskudarê parçeyên serbanên avahiyeke 5 qatî firiya ser avahiya tenişta wê. Li ser îxbarê ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.
Li Bahçelîevlerê ji ber ba û baranê rêwiyan li rawestgehên otobus û metroyê zehmetî kişand.
Ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê hinek seferên Xetên Bajêr nayên kirin.