Cüneyt Çelik
23 Mijdar 2024•Rojanekirin: 24 Mijdar 2024
Li Qersê 11 koçberên bêdestûr ku bi rêyên dereqanûnî ketibûn nava welêt hatin girtin.
Ekîbên Rêveberiya Şaxa Têkoşana Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor yên Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê, teftîşên xwe yên ji bo astengkirina koçberiya bêdestûr didomînin.
Di vê çarçoveyê da ekîban li 2 navnîşanan lêgerîn kir û di encamê da 9 jê Efxanistanî bi giştî 11 koçberên bêdestûr girtin, ji bo 2 welatiyên Tirkiyeyê jî ji ber sûcê "Qaçaxçîtiya Koçberan" doz hat vekirin.
Koçberên bêdestûr piştî karûbarên wan ên li ewlekariyê ji Rêveberiya Îdareya Koçê ra hatin sewqkirin.