Haydar Şahin
15 Hezîran 2019•Rojanekirin: 16 Hezîran 2019
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê di navbera du malbatên eqrebe yên neyarê hevdu da şerê çekdarî derket, di şer da 4 kes hatin kuştin, 5 kes birîndar bûn. Şikbarên ku bi wesayîtê revîn jî li 2 kesan qelibîn û herdu kes jî mirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Çeltîka gundê Siwêregê di navbera du malbatên eqrebe yên ji ber erazî bûne neyarê hevdu da niqaş derket û demekê şûnda vegeriya şerê çekdarî.
Di şer da Zozan (42), Mustafa Serdar (24), Meral (42) û Hakki Îzol (49) hatin kuştin, Cihan (55), Serhat Ferman (28), Cemal (55), Yusuf (15) û Mehmet Metin Îzol (24) jî birîndar bûn.
Şikbarên ku bi wesayîtê revîn 2 kîlomêtre ji dewsa bûyerê dûr ketin û li tanga Taxa Qereqoyinliyê li Ridvan Buluş (30) û Serdar Delen (31) qelibîn. Buluş û Delen mirin.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Siwêreg û Şanliurfayê.
Hêzên ewlekariyê li tax û nexweşxaneyan tevdîrên ewlehiyê girtin.
Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê û Mustafa Çîtçîlerê Qaymeqamê Siwêregê hatin Nexweşxaneya dewletê ya Siwêregê der barê rewşa birîndaran da agahî sitandin û tevdîrên ewlehiyê kontrol kirin.