Fatih Gazioğlu
15 Hezîran 2019•Rojanekirin: 16 Hezîran 2019
Tê texmînkirin li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn tê texmînkirin li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be, car caran wê pir ewrayî be, ji nîvro pê va jî li Qers, Erdexan Erziromê, Erzincan, Agirî û Erdexanê jî barana gur wê bibare.
Germahiya herî kêm a şevê wê li Erdexanê 8, li Qersê 9, li Agiriyê 11, li Erzirom û Erzincanê 14 û li Îdirê 18 pile hat pîvan.
Li herêmê germahiya herî bilind a rojê jî wê li Îdirê 31, li Erzincanê 29, li Agiriyê 26, li Qersê 23, li Erzirom û li Erdexanê jî wê 21 pile be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be di navbera 2 û 4 pileyan de bikeve û ba jî wê ji hêla başûr jî wê nîveqewî rabe. Hêza ba wê li giştiyê herêmê di navbera 30-50 kîlomêtroyê da wek bahoz be.