Serhat Zafer
05 Sibat 2023•Rojanekirin: 05 Sibat 2023
Walîtiya Sêwasê der heqê mijara barîna berfê û bagerê da ya ku tê texmînkirin dê li bajêr bi tesîr be, hişyarî da welatiyan.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, li gorî nirxandinên dawîn ên meteorolojîk, li seranserî parêzgehê barîna berfê binavber dê bidome, ji nîvê şevê pê va jî dê tesîra xwe zêdetir bike û bidome.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, ji ber ku tê texmînkirin sibê tevî berfê bayekî gur jî dê were, li hin cihan bager dê rabe û wiha hat gotin, "Tê texmînkirin, tesîra barîna berfê ya bênavber dê ji roja çarşemê serê sibehê pê va bişikê û parêzgeha me biterikîne. Germahiya hewayê ya ku der dora pileyên asayî yên demsalê ye, piştî barîna berfê dê kêm bibe û dê 4 an jî 6 pile dakeve bin asta pileyên asayî yên demsalê."
Di daxuyaniyê da her wisa hişyarî hat kirin ku welatî li hemberî rewşên neyînî yên wekî bayê gur, bager, kêmbûna mesafeya dîtinê û astengiyên di veguhestinê da baldar bin.