Tirkiye

Li rojhilatê welêt bandora berf û sermayê dê bidome

Günay Nuh, Bülent Mavzer, Cüneyt Çelik, Selami Küçükoğlu, Sidar Can Eren, Abdullah Söylemez  | 24.01.2022 - Rojanekırın : 26.01.2022
Li rojhilatê welêt bandora berf û sermayê dê bidome

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ev demek e berf û bager bi bandor e, bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê de bi 16 pileyan va li Qersê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û binavber berf dê bibare.

Li herêmê nîvê şevê û destê sibehê jî mij û bûsî û her wiha hişkî dê çêbe û her wiha ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifrê da li Qersê 16, li Agiriyê 13, li Îdirê 9, li Erdexanê 8, li Erzirom û Tunceliyê 5 û li Erzinganê jî 3 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 1, li Tunceliyê sifir, di bin sifirê da li Erzinganê 1, li Agirî û Erziromê 3, li Erdexanê 5 û li Qersê jî 6 pile be.

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın