ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de 27 pîleyê ew jî li Agiriyê û Erdehanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê ji ser Sibîryayê re hewaya sar tê herêmê ji ber vê yekê jî hewayê sar dê dewam bike.
Bi şev germahiya hewayê di bin sifirê de li Agirî û Erdehanê 27, li Qersê 26, li Erziromê 18 li Ezircan 15, li Idirê jî 11 pîle hat pîvandin.
Dibe ku bi rojê germahiya hewayê herî zêde li Erdehan 12, li Îdirê 10, li Qersê 9, li Erziromê 6 pîle be.
Qalindahiya berfê jî li Erziromê 10, li Erdehanê 9, li Qersê 6, li Îdirê 7, li Palandokenê 30, li Qonaxliyê 83 û li Cibiltepeyê 26 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku ji ber sermahiya hewayê seveq û êvarê cemedê çêbe.