ANKARA
Îro salvegera jidayikbûna Resûlê Xwedê Hezretî Mihemedê Cenabê Pêxemberê me ye.
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez jî ji bo vê yekê peyamek belav kir. Di peyamê de wiha hat gotin: "Şeva 12 çileya paşîn a ku roja yekşemê dê bi duşemiyê ve girê bide 1443yemîn salvegera jidayîkbûna Cenabê Pêxemberê me Hezretî Mihemed e. Hemd û senayên bêdawî ji wî Xwedayê Dilovanê ku em kirine ummeta wî re be. Selat û silav li wî pêxêmberê ku diayê Hezretî Îbrahîm, mizgîniya Hezretî Îsa û rehmeta hemû aleman re ye be."
Gormez di daxuyaniya xwe de diyar kir, daxwaza wî ew e ku Qendîla Mewlûdê ji bo hemû alema Îslamê û mirovahiyê bi xêr be û ji bo aramiyê jî bibe wesîle û wiha dewam kir: "Cenabê Pêxember di her demê de ji bo hemû misilmanan mînaka herî mezin e. Pêxemberê me bi meziniya xwe civaka nezan, cahîl û xwediyê gelek kêmasiyan di demeke kurt de ji wan tiştan xelas kiriye û di nav wan de zanîn, hezkirin û mihabet belav kiriye."
Îro bi wesîleya Mewlûda Qendîlê li çar aliyê Tirkiyeyê dê di mizgeftan de bernameyên Qur'an xwendinê bên lidarxistin.