DIYARBAKIR
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di Konferansa Mafê Mirovan a ku li bajêr dewam dike de diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber derbeyan û rêveberiya awarte mafên mirovan gelek caran hatine binpêkirin.
Elçî di konferansa ku ji aliyê Baroya Diyarbekir ve hat lidarxistin de xeberda. Elçî destnîşan kir ku ji ber kuştinên kiryar nediyar û îşkenceyan civak gelekî êşiyaye û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çawa ku xebat tên kirin divê ji bo ku di nav civakê de jî edalet bi cih bibe xebatên wisa lazim in. Xizm û merivên wan kesên ku bi destê wezîfedarên dewletê ve hatin kuştin yan jî winda ne gelek mexdûr in. Lewra nasnameya kujeran heta niha nehatiye eşkerekirin. Ev kesên mexdûr bi salan e ji bo ku edalet bi cih bê têdikoşin. Li gor reqemên fermî di pevçûna ku ev 30 sal bûn didomiyan de heta niha 50 hezar kes miriye. Li gor lêkolîna rêxistinên mafên mirovan 3 hezar û 500, li gor Komîsyona TBMMyê jî 2 hezar 663 wargeh bi zorê hatine valakirin û herî kêm 3 milyon kes ji ber vê rewşê mexdûr bû. Bi tenê li Dozgeriya Xwediyê Rayeya Taybet a Diyarbekirê ji 10 hezarî zêdetir dosyayên kiryar nediyar hene û li benda zelalbûnê ne. Tê zanîn ku ji hezarî jî zêdetir kes hê jî winda ne."
Konferansa ku dê du rojan dom bike di rêveberiya Prof. Turgut Tarhanliyê Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê berdewam dike.