BATMAN
Li Gercuşa navçeya Batmanê DEDAŞê ceyrana şaredariyê birî, li ser vê tevgerê şaredariyê jî bi hinceta ku ruhsata "cihê karvekirinê" tuneye kargeha DEDAŞê ya ku 4 xebatkar jî tê de bûn mohr kir û girt.
Hat diyarkirin ku xebatkarên Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyrenê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyrana Şaredariya Gercuşê ji ber deynê wê birîne. Li gor agahiyan deynê şaredariyê yê ceyranê 3 milyon lîre ye û şaredarî vî deynê hane heta niha nedaye. Xebatkaran jî ji ber vê ceyran birîn.
Li ser vê Midûrê Karên Nivîsê yê Şaredariyê Mehmet Erîman û tevlî zabitayan çû dikana DEDAŞê. Erîman li vê derê ji xebatkarên li kargehê re got ku bila ji kargehê derkevin, lewra ruxsata "cihê karvekirinê" tuneye û ji ber vê jî ew ê dikanê mohr bikin.
Lê xebatkarên DEDAŞê jî bertek nîşanî tevgera şaredariyê dan û ji kargehê derneketin. Zabitayan deriyê dikana ku 4 xebatkarên DEDAŞê tê de bûn girtin û mohr kirin. Xebatkar nêzî 2 saetan di hundir de man û paşê li polêsan geriyan. Polêsên ku hatin cihê bûyerê benikên mohra li ser derî sist kirin û xebatkar ji hundir derxistin.