Çand û huner

Keçelhenekên "sembola bereketê" tên parastin

Li Birecîka navçeya Şanliurfayê têlên ceyranê ji bo ku keçelhenek lê nekevin û telef nebin, hatin îzolekirin

Türkan Tosun  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
Keçelhenekên "sembola bereketê" tên parastin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Birecîka navçeya Şanliurfayê ku ji bo koka keçelhenekan neqele û ew bên parastin, têlên ceyranê bi melzemeyên îzolasyonê va hatin pêçandin.

Şirketa Ceyranbelavkirinê ya Dîcleyê (DEDAŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê tevdîrên ku ji bo keçelhenekan hatine dîtin da agahî da.

DEDAŞê got Midûriya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Wezareta Çandinî û Daristanê ji wan xwestiye ku ew ji bo keçelhenekên li ser têlên ceyranê telef dibin xebatekî bikin.

Li ser daxwaza midûriyetê tîman cihê ku keçelhenek lê dijîn tespît kir û li ser vê xeta ku ew diçin û tên hemû cihên birîsk in îzole kirin.

Bi saya vê "Xebata Parastina Keçelhenekan" a ku di meha nîsanê de hatibû destpêkirin qet keçelhenekek telef nebûn.

Alîkarê Midûrê DEDAŞê Nedîm Tuzun di daxuyaniyê de got di sala 2016an de 13 û di sala 2917an de jî 2 keçelhenek telef bûn.

Tuzun got îsal ji meha nîsanê vir va tu keçelhenekekî zirar nedîtiye û ew ji ber vê pir kêfxweş in.

- Keçelhenek

Keçelhenek li Tirkiyeyê bi tenê li Birecîka navçeya Şanliurfayê dijîn û hindik maye koka wan biqele. Ji ber vê di sala 1977an de Îstgeha Xedîkirinê ya Keçelhenekan hat vekirin.

Li wê navendê keçelhenek tên xwedîkirin ku hejmara wan zêde bibe.

Rayedar biharê wan berdidin ku ew li dora Çemê Feratê bijîn, lê çaxê demsala koçê tê rayedar wan car din dixin qefesan.

Li navendê qîmeya bê rûn, hêkên kelandî, gizêrê hatiye rendekirin, êmê mirişkan û penêrê bêxoy didin keçelhenekan.

Gelê herêmê wan wek sembola bereketê bi nav dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın