Çand û huner

Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vizyonê

Li seranserê Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xumalî bi tevahî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Abdullah Tel  | 19.07.2018 - Rojanekırın : 24.07.2018
Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vizyonê

Istanbul

ÎSTANBUL

Li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xumalî 7 biyanî bi tevahî 9 fîlm wê bên weşandin.

Ji stranên navdar ên koma mûzîkê ya ABBAyê ewilî bi navê "Mamma Mia!"yê fîlmekî sazbendî hatibû çêkirin û bi derhêneriya Ol Parker wek berdewamiya heman fîlmê jî "Mamma Mia! Em ji Nû va Dest Pê Dikin" hat kişandin.

Wek lîstikvan di qadroya fîlmê da Lîly James, Amanda Seyfrîed, Meryl Streep, Pîerce Brosnan, Colîn Fîrth, Stellan Skarsgard, Cher û Julîe Walters cih digirin.

- "Şeva Ewil a Xwe Pakbûnê"

Di fîlmê bi derhêneriya Gerard McMurray va hat kişandin da qala tevgereke li Amerîkayê ku wek ceribandin dest pê kir û paşê jî hersal bo carekî 12 saetan dereqanûnîbûn hikim dike, tê kirin.

Senaryoya fîlmê bi destê James DeMonaco va hat nivîsandin û cûreya wê aksîyon û tirs e da Y'lan Noel, Lex Scott Davis, Joivan Wade, Luna Lauren Velez û Marisa Tomeî dileyîzin.

- "Ji Pablo Escobar Hezkirin"

Di fîlmê ku senaryoya ji hêla Fernando Leon de Aranoa va hat nivîsandin û derhênerî jî wî bi xwe kir da qala evîna di navbera rojnameger Vîrgînîa Vallejoyê û baronê hişbira Kolombiyayê Pablo Escobar da tê kirin.

Fîlm di cûreya dram, sûc û kurtejiyanê da cih digire û senaryo jî ji ber pirtûka "Loving Pablo, Hating Escobar" ku Vîrgînîa Vallejoyê nivîsandiye hat derxistin. Di rola sereke ya fîlmê da jî Javîer Bardem û Penelope Cruz dileyîzin û Peter Sarsgaard, Oscar Jaenada û Julîeth Restrepo di heman projeyê da ne.

- "Sîbîrya"

Senaryos ji hêla Scott B. Smîth va hat nivîsandin û derhêneriya fîlmê "Sîbîrya"yê jî Matthew Ross kir. Di rola sereke ya fîlmê da Keanû Reeves dileyîze û Molly Rîngwald, Ana Ûlarû, Aleks Paûnovîc, Pasha D. Lychnîkoff jî wî bi tenê nahêlin.


- "Ji Gundê Berê ra Adedê Nû"

Ji fîlmên xwemalî yên vê hefteyê yek fîlma bi navê "Ji Gundê Berê ra Adedê Nû" ye û Gulîstan Acetê senorya nivîsiye û Ferît Karahan jî derhênerî kiriye.

Di fîlmê da Burcu Gonder Parlak, Bulent Emrah Parlak, Meltem Yilmazkaya, Hakî Bîçîcî, Naîl Kirmizigul, Osman Akça, Gulhan Tekîn û Fusûn Demirel dileyîzin.

Cureya fîlm pêkenok e û qala bûyerên ku tên serê ekîbeke tendûristiyê ya di salên 1990î da çûne gundekî herêma rojhilatê Tirkiyeyê dike.

- "Fenomen"

Fîlmê "Fenomen"ê jî ji fîlmên xwemalî yên vê hefteyê yê duyemîn e û di wir da jî qala Îzzet ê ku di jiyana rojane da pir çalak nîne lê li ser înternetê ji xwe ra jiyaneke navdar ava kiriye. Di fîlmê da qala bûyerên ku ji ber wê navdariyê diqewimin, tê kirin. Di fîlmê Fenomen da Vedî Îzzî, Bora Cengîz û Humeyra Şare dileyîzin.

- "Navê Wî yê Kod: Bisosîs"

Fîlmê cûreya wî aksîyon û pêkenok e ji hêla Trîpper Clancy va hatiye nivîsandin û tê da lîstikvanên wek Tîl Schweîger, Matthîas Schweîghofer, Anne Schafer, Lîsa Tomaschewsky cih digirin.

- "Qismet, Delala min: Strana Ewil"

Senaryoya fîlmê ji ber pirtûka "Sinif" a nivîskarê Fransayî Françoîs Begaûdeaûye hatiye derxistin. Di fîlmê ku Abdellatîf Kechîcheda derhênerî kir da qala çîroka ciwanê senarîst Amîn tê kirin.


- "Batirsok"

Di fîlma "Batirsok"ê da qala komeke ciwan ên ji bo gerê derdikevin rê, dixwazin bigihîjin golekê û ji bo vê jî lazime di nav zeviya gilgil da derbas bibin tê kirin.

Derhêneriya fîlmê ku ji hêla Stû Stone va hat kirin da lîstikvanên wek Hannah Gordon, Mîke Taylor, Umed Amîn û Sammî Barber dileyîzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın