Türkan Tosun
27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Ji bo Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewayê pir ewrayî be, car caran berf û baran bi hev ra, car caran jî berf wê bibare.
Li herêmê bi şev û destê sibê cemedê çêbibe, mijê bikeve, lêbelê germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Tê texmînkirin germahiya hewayê ya bi roj wê li Wanê 8 pile, li Mûşê 7 pile, li Bidlîsê 4 pile û Hekariyê 2 pile be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed, mij û dumanê baldar bibin û bê tevdîr nemînin.