Tirkiye

"Me bi operasyonê nehişt ku teqemeniyê bixin welatê me"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got "Duh dîsa hewl dan ku ji cihekî teqemeniyê bixin welatê me. Ez cihê wê nabêjim, lewra operasyona me didome. Me nehişt, me nexist Tirkiyeyê."

26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
"Me bi operasyonê nehişt ku teqemeniyê bixin welatê me"

Istanbul

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got "Duh dîsa hewl dan ku ji cihekî teqemeniyê bixin welatê me. Ez cihê wê nabêjim, lewra operasyona me didome. Me nehişt, me nexist Tirkiyeyê."

Soylu li Beyogluyê li Meydana Arbacilarê ya Taxa Keçecî Pîriyê bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rîspî û welatiyan ra hat bal hev û wir axivî.

"Me bi operasyonê nehişt ku teqemeniyê bixin welatê me"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got "Duh dîsa hewl dan ku ji cihekî teqemeniyê bixin welatê me. Ez cihê wê nabêjim, lewra operasyona me didome. Me nehişt, me nexist Tirkiyeyê. Em ji bo vê têkoşîneke mezin didin. Hewl didin ku Tirkiyeyê qels bikin, naxwazin ku bigihêje hedefên xwe."

"Em payeyê li vî welatî nadin tu kesê ku têkiliya wan bi rêxistina terorê re heye"

Soylu axaftina xwe wiha domand:

"Me bi eşkereyî hemû gotin, nikarin ji bo yekî jî îtiraz bikin. Nikarin ji bo yekî bibêjin 'ev PKKyî nîne' û îtiraz bikin. Ya ku dibêjin ev e; nexwe Lijneya Hilbijartinê ya Bilind çima destûr da vê. Tu lê binêre ka ez Wezîrê Karên Navxweyî me, heke ev PKKyî bên hilbijartin ka dê bikarin dest bi kar bikin yan na vê ji min bipirsin. Em vê payeyê li vî welatî nadin tu kesê ku têkilî û pêwendiya wan bi rêxistina terorê re heye. Ev qas eşkere û zelal e."

- "Dixwazin ku aramiya Tirkiyeyê jê bistînin"

Soylu wiha axivî: "Dixwazin ku navê terorîstan li kuçeyên me bikin. Nebêjin ev nabe ha... Heye va ye li vir li Beyogluyê kesekî ku dibêjinê Alper Taş heye. Mêrikekî ku li ber wêneyê Apo, nizam li kîjan akademiyê wir îdealên xwe û nêrîna xwe qise dike heye. Ez niha dixwazim vê bibêjim. Zikr û fikrê van jî diyar e. Dixwazin ku aramiya Tirkiyeyê jê bistînin. Ev qas eşkere û zelal e."

- Têkoşîna dijî hişbirê

Soylu bal kişand ku têkoşîna dijî hişbirê bi biryardarî dewam dike û wiha axivî:

" "Li Ewropayê di milyonekî da 24 kes ji hişbirê dimirin. Li vir niha di milyonekî da 8 kes ji hişbirê dimirin. Bi qasî ji sêyan yekê wê ye. Em ê hê bêtir kêm bikin, daxin. Em ê vê têkoşînê bêtir bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.