Haydar Şahin
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê berfa ku dibare ji bo jiyana welatiyan dibe asteng.
Şilî û şilopeya bi şev li navçeyê dest bi barînê kir ber bi nîvro vegerande berfê.
Bi barîna berfê ser daran û xaniyan bi berfê xemilî û çîl û sipî bû.
Piştî barîna berfê welatiyan berfa li pêşiya dikanên xwe paqij kirin.
Ajokar û peyayan jî ji ber berfa li rê û peyarêyan zor û zihmetî kişandin.
Ekîbên paqijkirina berfê li navenda navçeyê û gundan rê paqij kirin ji bo welatî tengasiyê nekişînin xebitîn.