14 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên emniyetê li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê bi hevra dikin, dest pê kir.
Walîtiya Mêrdînê ji saet 00.00î pê va li navenda navçeyê qedexeya derketina derva îlan kir. Piştî qedexeyê hêzên ewlehiyê li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê operasyon dan destpêkirin.
Hêzên ewlehiyê hin barîkatên ku terorîstan danîbûn rakirin, li hin malên ku mensûbên rêxistinê bi kar anîne lêgerîn kirin. Hat gotin ku di operasyonê da 2 mensûbên rêxistinê hatin kuştin.
Piştî kontrolê destûrê didin wesaîtên ku ji Nisêbînê derdikevin, lê destûrê nadin ku wesaît bikevin navçeyê.
Ji bo girtina endamên PKKê, tijekirina çalên ku tê da teqemenî hatine bicihkirin, rakirina barîkatan, parastina can û malê gel operasyonê dest pê kir. Terorîstan herî zêde li taxên Firat, Dîcle, Abdulkadirpaşa, Yenîşehir, Kişla û Zeynel Abidînê çal vedane û barîkat danîne. Dibe ku pevçûn herî zêde li van taxan gur bibin.