28 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2019
Li Ceylanpinar, Akçaqele, Sirûc û Birecîka navçeyên Şanliurfayê ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li hemberî cih û warên sivîlan dibistan hatibûn tetîlkirin, dibistanan îro dest bi perwerdeyê kir.
Ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li hemberî cih û warên sivîlan ji 10ê cotmehê vir va li navçeyên Ceylanpinar, Akçaqele û Sirûcê di hemû dibistanan da, li navçeya Birecîkê jî di dibistanên li herêmên ser sînor perwerde hatibû rawestandin.
Îro li hemû dibistanan perwerdeyê dest pê kir.
Li Ceylanpinar, Akçaqele, Sirûc û Birecîka navçeyên Şanliurfayê ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li hemberî cih û warên sivîlan dibistan hatibûn tetîlkirin, dibistanan îro dest bi perwerdeyê kir. ( Mustafa Güçlü - Anadolu Agency )
Xwendekar û mamosteyên hatin dibistanên xwe kêfxweş bûn.
Fatma Laçinkayaya xwendekara Dibistana Seretayî ya Suleyman Şah a Akçaqeleyê got ew ji ber ku gihîştiye heval, mamoste û dibistana xwe kêfxweş e.
Laçînkaya wiha axivî: "Min beriya mamoste, heval û dersên xwe kiribû. Ji ber ku em dîsa gihîştin dersên xwe ez pir kêfxweş im."
Ebrar Yildirimê jî got ew jî gelekî kêfxweş e ku cardin hatiye dibistanê û ew dersên ku ew derengî mane wê telafî bikin.