Tirkiye

Li Mûşê 1000 kewar li mêşvanan hatin belavkirin

Sabri Yıldırım  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 16.12.2025
Li Mûşê 1000 kewar li mêşvanan hatin belavkirin Sabri Yıldırım

Muş

Li Mûşê di çarçoveya "Projeya Kewarên Nû ya bo Perên Zêrîn" ya ku ji hêla Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr tê birêvabirin da serê şexsê 10 kewar dan 100 mêşvanan.

Li baxçeya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr ji bo belavkirina kewaran merasim hat lidarxistin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Necattîn Gonç got ku Mûş ji bo mêşvaniyê qadeke hilberînê ya girîng e.

Gonç diyar kir ku mêşvanî fealiyetekî aborî tenê nîne ji bo ekosîstem û pirçeşîdiya biyolojîk va jî xwedî roleke girîng e û wiha axivî:

"Floraya tebiî, zozan û çiyayên Mûşê ji bo mêşvaniyê avantajên girîng derdixîne holê. Me ji bo nirxandina vê potansiyelê projeyên taybet pêş xistin. Me projeyên nû yên ku pêşaniyê didin mêşvanên gerok û hilberînerên jin plan kirin. Ev projeyên tê armanckirin ku di salên pêş me da bên tetbîqkirin dê bibe wesîle ku mêşvanî li tevahiya bajêr xurttir bibe."

Gonç behs kir ku Wezareta Çandinî û Daristanê piştgiriyê dide vê projeyê û destnîşan kir ku bi pêvajoyê piştgiriyê didin mêşvanên ku li Pergala Qeydê ya Mûşvaniyê da qeyda wan heye lêbelê jimara kewarên wan hindik in û wiha axivî:

"Em di çarçoveya projeyê da 1000 kewarên nûjen didin 100 hilberîneran. Armanca me ew e ku binesaziya hilberîneran xurt bikin, di fealiyetên mêşvaniyê da domdariyê pêk bînin û kewarên nûjen n hilberîneran çêbin."

Mêşvan Şukru Adlig jî got ku "Bi kewarên nû şertên me yên hilberînê çêtir bûn. Piştgiriyên dewletê ji bo me gelekî girîng in. Dewlet 10 kewaran dide me. Ez spasiya dewleta me dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın