Li Mûşê xwendekarên zanîngehê wêneyên mekanên dîrokî kişandin
Muş
Li Mûşê xwendekarên zanîngehê yên ku beşdarî qursa wênekêşiyê ya li Mûşê bûn, wêneyên cihên dîrokî û çandî yên bajêr kişandin.
Li Ofîsa Ciwaniyê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê bi hevkariya Navenda Perwerdeya Gel û Midûriyeta Ciwanî û Werzişê qursa wênekêşiyê hat vekirin.
Xwendekarên ku beşdarî qursa wênekêşiyê bûn piştî perwerdehiya bingehîn, wêneyên mizgeftên dîrokî, Tirba Muştak Baba, Xana Yildizliyê û Kolana Bidlîsê ya Berê kişandin.
Hîndekarê Qursê û Serokê Komeleya Wêneyan a Mûşê Kenan Demîr daxuyand ku qursa wan du mehan dewam kiriye.
Demîr anî ziman ku piştî perwerdeya teoriyê wan dest bi gerê ya ji bo kişandina wêneyên dîrok, çand, siruşt û jiyana rojane ya bajêr kiriye ku ev agahî baştir bên fêmkirin.
Ji xwendekaran Sîbel Aslanê jî wiha got: "Em berê jî li Keleha Mercîmekê û Bendavê û Keleha Haspetê geriyan. Îro jî me wêneyên mekanên berê yên dîrokî yên Mûşê kişandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
