Kemal Karadağ
25 Nîsan 2022•Rojanekirin: 26 Nîsan 2022
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Mêrdînê "Operasyona Eren Dorpêçkirin-6 ya Çawîşê Pispor ê Cendirme Şehîd Îlhan Çaylan" hat destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin û ji bo terorîstên li herêmê sitar bûne bên berterefkirin Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Mêrdînê "Operasyona Eren Dorpêçkirin-6 ya Çawîşê Pispor ê Cendirme Şehîd Îlhan Çaylan" da destpêkirin.
Di operasyonê da ji 38 tîman 569 cendirmeyên herekata taybet (JOH), qomandoyên cendirme û tîmên gundparêz hatin wezîfedarkirin.
Hat destnîşankirin ji bo ku teror bi temamî ji nava welêt were safîkirin, operasyonên Eren Dorpêçkirinê bi piştgiriya gel biryardarî û serkeftî dewam dikin.