Kemal Karadağ
25 Nîsan 2022•Rojanekirin: 25 Nîsan 2022
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, li Şirnexê di Operasyona Eren Abloqe-5 da li herêma Bestler Derelerê 3 terorîst hatin berterefkirin.
Wezîr Soylu di parvekirina li ser Twitterê da wiha got, "Ewlekarî û cendirmeyê me di operasyonên Eren Abloqe-5 da li herêma Bestler Derelera Şirnexê di operasyona hevbeş a digel J-SÎHA û ÎHAyê da 3 terorîstên ji Koma Bestayê tevî çekên wan ên M-16 hatin berterefkirin. Hûn xilas dibin. Teslîm bibin."