Volkan Kaşik,Oktay Demirci
03 Nîsan 2024•Rojanekirin: 04 Nîsan 2024
Li Doganşehira navçeya Meletiyê di saet 10.48an da bi mezinahiya 4,5ê erd hejiya.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) navend navçeya Doganşehirê bi mezinahiya 4,5ê erdhejek hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 13,9 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye.
Hat dîtin ku piştî erdhejê hinek welatî ji mal û kargehên xwe derketin û çûn qadên derva.
Waliyê Meletiyê Ersin Yazici di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da hêviya selametiyê ji gelê bajêr ra xwest û destnîşan kir ku heta niha tu îxbareke neyênî negihiştiye Navenda Hawarê ya 112ê û got, "Ji bo niha me tu îxbareke neyênî nesitandiye. Ekîbên me teftîşên xwe yên li qadê didomînin."