Tirkiye

Li Mûşê çîlek hatin komkirin

Li baxçeyên çîlekan yên ku bi projeya "Cotkarên Ciwan" ya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Mûşê hatin danîn komkirina çîlekan ya duyemîn dest pê kir

Nihat Kavşut   | 16.08.2019
Li Mûşê çîlek hatin komkirin

Muş

Li baxçeyên çîlekan yên ku bi projeya "Cotkarên Ciwan" ya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Mûşê hatin danîn komkirina çîlekan ya duyemîn dest pê kir.

Çîlekên ku li Agaçlika (Karnî) gundê Mûşê li ser qadeke 660 mêtroqere hatin danîn ji bona welatiyan bû debar.

Mehmet Çelikê bi alîkariya dewletê li ser zeviya xwe çîlek ajot destnîşan kir ku cara duyemîn çîlekan kom dikin.

Çelik diyar kir niha kîloya çîlekan bi 8-9 lireyî difiroşin markêtan û wiha got: "Ji bona me debareke baş e. Tehma çîlekên me xweş e û organîk e. Heger eraziyê min zêde be ez dikarim rojê qederê tonek çîlek bifiroşim. Lewra eleqe zêde ye û pirsgirêka bazarê tuneye."

Zemzem Severa cotkar jî diyar kir ji çîlekên ku bi alîkariya dewletê ajotine 12 hezar lire qezenc kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın