DİYARBAKIR
Walîtîyê der heqê operasyonê de daxuyaniyek da û got ku îro dî saet 04.00an de li devera nezikî gundê Duruya Ashab-i Keyf de operasyonek hat lidarxistin.
Walîtiyê da zanîn di operasyona ku bi piştgiriya helîkopterê û bi beşdariya 15 tîman hat kirin, di hundirî 25 çiwalan de 500 kîlo esrara toz, 50 hezar koka kenevîra Hînt û telefona destan hat bidestxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesekî şikbar jî ragirtin bînçav.