Dadgeha Cezayê Giran a 13êmin ya Ankarayê der heq 9 kesên ji doza "28ê Sibatê" girtî ne biryara tehliyeyê da.
Heyeta dadgehê guhdariya parezerên bersûcan kir û ji 36 girtiyan biryara tehliyeya 9 kesan da.
Bersûcên ku der heq wan de biryara tehliyeyê hat dayîn ev in:
"Hakki Kiliç, Îzzettîn Îyîgun, Çetîn Saner, Kemal Guruz, Hîkmet Koksal, Ahmet Çorekçî, Kamuran Orhon, Abdullah Kiliçarslan û Îlhan Kilniç."
Dadgehê der heqê van bersûcan de şertê kontrola edlî danî. Ji bo 9 bersûcan qedexeya derketina derveyî welêt derxist.
Danişînê îro berdewam dike.